book

antologiya 35 helbestvan û nivîskarên kurd ên sovyeta berê (Digital)

(0 Evaluation)
Publisher Na
Authors têmûrê xelîl,
Category Biography
Year 2014
Language Kurmancî
Page 307
ISBN 978-605-9017-03-9
A few pages from the book Note: This product is a digital material

Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd ên Sovyeta Berê

Amadekar: Têmûrê Xelîl

ŞOPÊN QELEMA TÊMÛRÊ XELÎL

Têmûrê Xelîl, vê carê dergehê antolojiyeke bergehfireh li ber me vedike; bi Kurd-manciya xwe’y ezdahî, bi zarê xwe’y maderşahî û nazenîn bang me dike, me vedixwîne û me dibe li çiyayê-n qaf û qafê çiyayên kurdmênc diezimîne. Me li qullik û qewarên veşarî ên sîvanek, spêde û zozanên êşa me digerîne; me dibe li tarîgeh û maxzenên “do”ya me dihikumîne, me û rastiya me yî binerdkirî bi hevdu dihesîne; bêwelatî-bindestî-mihûzî-perperîşanî-tevkujî-sirgûnî-yawerî-birçîbûn û jana me bi bîra me tîne; dihêle ku em bibînin û bihisînin bê çawa em ter’hên Kurd-manc in û ji koka xwe’y saf û esîl, “Ezdahî”yê kişiyane. 
Têmûrê Xelîl, bi hilmeke fireh, bi kedeke şayanî şabaşê, bi hûrbînî û kûrbîniyeke edebiyane, xwîner û 35 nivîskar û şa’irên kurd ên Sovyêta kevin (bi wateya xwe’y eslî: qeşageha sirgûnê) bi hevdu dihesîne. Êdî ji vê gavê û şûnde, hukum û zeman ji navê vedikişe – lewra, êdî

Edebiyata Kurd-manc dipeyive.

0 Comment

Comment

In order to write a comment, you must first log in. Login

Related products

Ferhenga Têgihên Hiqûqê (Digital)
44,00 ₺64,00 ₺
Ferhenga Bîşaftinê (Digital)
28,00 ₺40,00 ₺
Sînosêwî (Digital)
28,00 ₺40,00 ₺