Di vê hejmara me da lêkoler Xezal, yek ji berhevkarên nû ye ku daketîye nava xelkê û ji xwişka xwe terîfa keledoşê bo xwînerên me berhev kirîye û nivîsîye. Ku dilê we neçe keledoşê, em dikarin berê we ji Wanê bidin Mêrdînê da ku hûn li tehma tirşika biîvterkan mêze bikin. Rast e, wexta tirşika biîvterkan borî, lê xem nake, dinya carek û dewranek nîn e; jixwe ji biharê ra ka çi ma. Dibe ku Mêrdîn germ be û hedara we lê nehatibe, berê xwe bidin Zozanên Şerefdînê û li bin konê reş ê erebî dewekî cemidî vexwin û guh bidin Helîmêya Ehmedê Bêrtîyî.
Lêkoler Bêrîvan Matyarê piştî erdheja par, wexteka zêde li Semsûrê derbas kirîye. Wê di pêdaçûna karê xwe da, hîs kirîye ku Semsûr çiqas cihekî dewlemend û stratejîk e ji bo folklora kurdan. Matyarê bi rêbaza hevpeyvînê gelek agahî û pêzanîn yên derbarê şînan da ji deverê berhev kirine û bi rêbazeka zanistî û palpiştên xurt berpêşî we xwîneran kirine. Em hêvî dikin gotarên bi vî rengî yên ji vê herêmê domdar bin. Nivîskar Yasemîn Elban jî ketîye dûv lîstikên herêma xwe û dawîya dawîn wê gelek lîstikên ku îro nema navê wan jî tê zanîn bi hûrgulî şirove kirine. Siheta wê xweş be. Folklora Me, mala her kurdî ye. Her kes xwedî ye, mêvan û mêvantî lê nîn e. Cehd û xebat ji me, mirad jî teqdîra gelê me.
0 Şirove