Mehmed Tekçe. Di mêjûya 07.09.1955‟an de li Şemrexa bi ser Mêrdînê ve, li taxa Rojhilatê, di xaniyekî kevirî û duqatî de şeveke bi baran li ber destê sibê, ji cîhana bi mêvanî ya dayika xwe ve derbasî cîhana mayîn-nemayînê ya kul û derd, qeda û bela, êş û elem, coş û geşî, sitemkar û sitembar bûye. Roja ku li vê cîhanê çav û guhên xwe vekirin; dêya wî Qedriye û bavê wî Şêxmûs di guhên wî de sê caran gotine; “Navê te Mihemed e, navê te Mihemed e, navê te Mihemed e. Tu Mihemedê me yî! Em hêvî dikin ku tu bibî mirovekî bikêr; ji mirovahiyê, ji welatê xwe, ji netewe û gelê xwe re. Dîsa em hêvî dikin ku tu ji bo ciwanên gelê xwe re şop û berhemên mayînde bihêlî. Em vê peywirê –ya ûjdanî- radestî te dikin. Hatina te li ser xêr û xweşiyê be û pişta te qewî be…” Ji roja radestiya vê peywirê û vir ve –ji ber ku hatina wî ji dê û bavekî kurd bûye- diviyabû ku kedekê di ber vî gelî de bide û peywira xwe ya ûjdanî pêk werîne. Piştî xwemaliyên ceribîn û behreyan dest bi karê niviskariyê kir. Xwest ku bi vî karî peywira xwe ya ûjdanî û mirovahiyê bi berhemên mayînde bi wî zimanê şîrîn û qedîm bide hezkirin...
0 Şîrove